Li çend bajarên Îranê qedexe hatiye ragihandin.
Rixmî ku li çend bajar û eyaletên Îranê jiber metirsîdar bûna rewşa tendirostî û belav bûna bilez ya Koronayê, lê hîn jî rojane hijmareke zêde welatiyên Îranî bi koronayê dikevin û hijmareke zêde jî canê xwe ji dest didin.
Di wê derbarê de wezareta tendirostiya Îranê belav kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Îranê bi giştî 6 hezar û 200 kesên din bi Koronayê ketine û 296 welatiyên din jî ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Îranê 568 hezar û 896 kes bi Koronayê ketine û 32 hezar û 616 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin