Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê Holanda kir

Holenda û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Berî nîvroya îro yekşem 25.10.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Hans Akerboom Konsolê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê kir.

Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Holanda û pêşxistina warên alîkariya li navbera her du aliyan, alîkariya kerta taybet ya Holandî li Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê çandinê da, amadehî û çalakiyên revenda Kurdistanî li Holanda, rewşa Herêma Kurdistan û Iraq, metirsiyên terorê, pejika kovîd-19 û rewşa navçeyê bi giştî hate nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Holanda dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê çandin û xwendina zanîngehên wî warî da, dikarê sûd li ezmûna serkeftiya Holanda ya ji bo berev pêşvebirina kerta çandinê bibînê û derfet û bingeheke baş ya pêşxistina çandina li Herêma Kurdistanê heye ku dikarê kerta taybetiya Holandî sermayeguzariyê têda bike.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê ji bilî derbirîna xweşhaliya bi karê hevbeş û alîkariya li gel Herêma Kurdistanê li warên cûda cûda de, behsa alîkariya kerta giştî û taybetî ya Holandî li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê çandinê kir û hemû piştgîriyeke welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Hevkarî û hemahengiya Holanda li gel Herêma Kurdistanê li warên bi cîhkirina çaksazî û meşq û rahênana Pêşmerge da, peywendiyên Hewlêr – Bexda, pêşhatên şerê terorê û rûbirûbûna Da’îş, çend mijareke dinê civînê bûn.

Ji SHK hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.