Li Bazîdê polîsan girtin ser avahiya HDPê û her du Hevserok desteser kirin

operasiyonên dijî HDPê bi awayeke rojane berdewam dikin.
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, vê sibehê girtin ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê ya Agiriyê û her du Hevserokên Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk desteser kirin.

Polîsan li navçeya Bazîdê, vê sibehê hemwext girtin ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê û malên hevserokan. Polîsan Hevserokên Rêxistina Navçeyê Abdullah Ekelîk û Gonul Ozturk girtin û lêgerîn li mala wan pêk anîn, pişt re jî ew binçav kirin.

Li gor zanyariyan, hevserok bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin desteserkirin.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.