Di nava mehekê de herî kêm 12 kes xwe întîhar kirine.
Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, di nav mehekê de li Rojhilatê Kurdistan 12 kesan xwe kuştine ku 6 jin û 6 jî zilam in.
Li gorî raporta Hengawê, temenê 5 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, kêmtirî 18 salan e. 4 ji wan keç û yek jî kur e.
Li gorî agahiyan, sebeba piraniya wan xwekuştinan, arîşeyên nav malbatê bûne.
Li gorî raporta Hengawê; Li Îlamê 3 kesan xwe kuştine (2 jin û zilamek), li Kirmaşanê zilamek, li Sine 5 kes (2 jin û 3 zilam) û li Ormiyê jî 3 kes (2 jin û zilamek) xwe kuştine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin