Di encama êrîşa goran de birîndar bûne.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li devera Raperîna ragihand ku duhê êwarê, li dola Şawirmê ya ser bi Raniyeyê ve, di encama êrîşa goran de, dayikek û sê zarokên vê birîndar bûne.
Dayik û du zarok jiber êrîşa goran û zarokeke din jî jiber guleye ku xwestiye bo goran bavêje birîndar bûne.
Ew birîndarên han bo derman kirinê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û piştî derman kirinê rewşa wan baş bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin