Amerîka huşdarî dide welatiyên xwe

dbêje zaniyariyên bawermend di destê me de hene.
باڵیۆزخانه‌ی ئه‌مه‌ریكا له‌ توركیا
کوردستان TV
100%

Dibêje egere êrîş kirine ser û revaniya welatiyên Amerîkî li Tirkiyeyê heye.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê, daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku Amerîka bi ti awayî vîze nade welatiyên Tirkiyeyê yên ku dixwazin serdana Amerîkayê bike.

Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku lazime welatiyên Amerîkî eger neçar nebin serdana Tirkiyeyê nekin û ew welatiyên Amerîkî yên ku li Tirkiyeyê jî ne lazime gelek agehdar û baldar bin jiber ku egera êrîş kirine ser wan û revandina wan li Tirkiyeyê de heye.

Balyozxane di berdewamiya daxuyaniya xwe de ew yek eşkere kiriye ku raportên îstîxbaratî yên bawermend di destê wan dene ku hinek alî hewl bo revandina welatiyên Amerîkî li Tirkiyeyê didin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.