Îspanya: Hejmara pêketiyên Korona 1 mîlyon derbaz kir

Îspanya yekem welatê Ewrûpiye ku hijmara herê zêde berketî tê de hatine tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Îspanya di 24 saetên dawî de bi qasî 17 hezar kes bi vîrusa korona ketin û bi wan re hejmara pêketiyan bû 1,005,295. Bi vî awayî Îspanya ji nav welatên Ewrupa bû welatê yekê yê bi pirtir ji 1 mîlyon pêketiyan.

Berî Îspanya, li Amerîka, Hîndistan, Brezîlya, Rûsya û Arjantînê hejmara pêketiyan 1 mîlyon derbaz kiribû.

Li Îspanya pêketina pêşî ya vîrusa korona di 31’ê Çileyê de hatibû tespît kirin. Wî welatî di pêla pêşî yê vîrusa korona de tedbîrên befireh ragihandibûn û bi hatina havînê re ew tedbîr sist kiribûn.

Hin siyasetvanên Îspanya dîyar kiribûn ku vîrusa korona zarar daye aborîyê û gotibûn ku divê ew bi turîstan aborîyê jinûve geş bikin û bo wê jî divê tedbîr werin sist kirin.

Li ber e ku Wezîrê Saxlemî yê Îspanya îro bi rêvebirên herêmî re bicive û ser tedbîrên nû danûstandinan bike.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E: G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.