Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî ragihand, "Bi amadebûn û serperiştiya Wezîrê Tendirûstiyê, Encûmena Şêwirmendiyê ya Bijîşkên Bêsînor û şêwirmend û bijîşkên xwedî ezmûn ligel Rêxistina Tendirostiya Cîhanî (WHO) li ser rewşa Koronayê li Herêma Kurdistanê di civînekê de ne.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gelekî zêde bûye. Pêşbînî xeternak in. Ji bo hişyarkirina welatiyan a xweparastina ji vê vîrûsê, pêwîstî bi beşdarbûna hemû çînên civakê heye.”
Weke tê zanîn ew demêke li Kurdistanê hijmara pêketiyên Koronayê roj li pey roj di zêdebûnê deye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin