Tirkiye navendên xwe yên çavdêriya leşkerî vala dike

cîhadiyên Îdlibê jî li ser Tirkiyeyê ketine nava fikar û gomanan.
کوردستان TV
100%

Heta niha 4 navend hatine valakirin.

Li gor zaniyariyên berdest, hikûmeta Tirkiyeyê jiber zextên Rûsye û rejîma Esed, dest bi vala kirina xalên xwe yên çavdêriya leşkerî li Îdlib û derdorê kiriye.

Jêderên herêmî behsa wê yekê dikin ku heta niha Tirkiye çar xalên xwe yên çavdêriya leşkerî li Başûrê Îdlibê vala kiriye û amadekarî dike bo vala kirina 6 xalên din yên çavdêriya leşkerî.

Ew xalên han tevahiya wan di operasiyona dawî ya par ya rejîma Esed de ketibûn bin destê hêzên rejîma Esed. Wê demê Serokê Tirkiyeyê gefa wê yekê kiribû ku eger hêzên rejîmê venekêşên wê Tirkiye êrîşeke berfire li dijî wan hêzan pêk bîne.

Ji aliyeke din ve, cîhadiyên Îdlibê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin, dilgiraniya xwe li hember liv û tevgerên Tirkiyeyê diyar kirine û gotine, Tirkiye bi awayeke dualî dilîze û em ketine şik û gomanan li hember Tirkiyeyê jiber ku Tirkiye li gel Rûsyeyê li ser mijara Îdlibê lihev kiriye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.