Li Efrînê istixbarata Tirkî ciwanekî Kurd girt: Çarenûsa wî ne diyar e

zextên Tirkiyeyê li dijî Kurdan her diçe zêdetir dibin.
کوردستان TV
100%

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binçavkirina Kurdan ji aliyê Istixbarata Tirkî berdewam dike.

Li gor agahiyên ji Efrinpostê, endamên istixbaratê roja Duşemê 19ê Cotmeha 2020an, xortekî Kurd binçav kirin. Navê xortê binçavkirî Cemîl Zekî ye, ew lawê muxtarê gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê ye û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Gundê Hêkiçê ji aliyê milîsên “El-Weqas” ve hatiye dagirkirin, roja Duşemê rastî pêngaveke binçavkirinê ya berfireh hat. Milîs di saet 6ê Sibehê de, dema şênî di xew de bûn, bi ser malên wan de girtin.

Beriya wê bi çend mehan bi taybet di 18ê Nîsana 2020an de gunehkariyeke mezin di derheqê pîrejineke Kurd bi navê Fatme Kinê(80salî)  de çêbû. Da ku milîsên Weqas kuştinê pîrejinê ji ser xwe bişon, hê bûyer germ bû, kurên wê binçav kirin.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.