Girtiyeke Kurd îro tê darve kirin

îro li girtîgeha Sineyê tê darvekirin.
کوردستان TV
100%

Li girtîgeha bajarê Sineyê tê darvekirin.

Navenda mafên mirovanya Hengawê belav kiriye ku girtiyê Kurd yê bi navê Şaram Texşa ku xelkê Kirmaşanê ye û li girtîgeha Sineyê ye, bo cîhbicîh kirina cezaya darve kirinê, bo odeya takekesî hatiye veguhastin.

Li gor raporta hengawê, wê îro çarşem biryara darve kirinê ya Şaram Texşa li girtîgeha Sineyê were cîhbicîhkirin.

Şaram Texşa ku bi tawana kuştina kesekî li gel birayê xwe hatibûn girtin,  bi cezaya 15 sal zîndan û îdam kirinê hatiye mehkûmkirin û birayê wî jî bi 40 sal zîndanê hatiye mehkûmkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.