Serokwezîrê Îraqê gehêşte Brîtanyayê

beriya niha serdana Franse û Almanyayê kiribû.
کوردستان TV
100%

Duhê li Almanyayê bû.

Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana xwe ya bo welatên Ewrûpî de, gehêşte Brîtanyayê.

Mistefa Kazimî roja yekşem ji Bexdayê ber bi Ewrûpayê ve birê ketibû û yekem car serdana Franseyê kir û li gel rayedarên Franseyê civiya û di civînên xwe yên li gel rayedarên Frenseyê de daxwaza hevkariyê ji Franseyê kir.

Pişt re jî Kazimî serdana Almanyayê kir û li gel rayedarên Almanî jî civiya û di civînan de bi heman awayî daxwaza hevkariya darayî, siyasî, ewlekarî û leşkerî ji Almanyayê kir.

Kazimî îro jî gehêşte Londona paytexta Brîtanyayê û biryare li gel rayedarên Brîtanî jî bicive û ji Brîtanyayê jî daxwaza hevkariyê bo Îraqê bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.