Ew rêkeftin taybete bi têkiliyên dîplomatîkî.
Wezareta derve ya Îsraîlê belav kiriye ku piştî îmze kirina normal kirina têkiliyan di navbera Îsraîl û Behreyinê de, ew herdu welat rêkeftineke din îmze kirine.
Li gor rêkeftina han Îsraîl û Behreyin têkiliyên xwe yên dîplomatîkî jî normal dikin û her du welat balyozxaneyên xwe li payetextên hev vedikin.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî çend welatên Erebî li pey hev rêkeftina normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê îmze kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin