Girtiyekî Kurd agir li xwe berda

di şûna ku were dermankirin bo odeya takekesî hatiye veguhastin.
کوردستان TV
100%

Li girtîgeha Urmiyeyê li berdem Dadwerê çavdêr agir li xwe ber daye.

Girtiyê siyasî yê Kurd Adil Mukerim ku ew demeke li girtîgeha Urimiyeyê girtiye, û beriya niha jî çend caran ketibû greva birçîbûnê, li girtîgeha navendî ya Urimiyeyê li berdem Dadwerê çavdêr û Cîgirê berpirsê girtîgeha Urimiyeyê agir li xwe berda.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, Adil Mukerem jiber ku rayedarên girtîgehê daxwazên wî yên bo dawî anîn bi grevê cîhbicîh nekirine, agir li xwe berdaye û pêyê wî yê rastê şewitiye.

Piştî bûyerê bêku Mukerem ji aliyê nûjdaran ve were dermankirin bo odeya takekesî hatiye veguhastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.