Tevahiya nexweşxaneyan têje bûne.
Peyvdarê birêveberatiya tendirostiya Silêmanî Eyad Neqişbendî ragihand ku rewşa tendirostî ya li Silêmanî gelek metirsîdare.
Eyad Neqişbendî herwiha eşkere kiriye ku ji ber pêbend nebûna xelkê bi şîretên tendirostî rojane hijmareke zêde welatî bi Koronayê dikevin.
Nav hatî eşkere kiriye ku niha tevahiya nexweşxaneyên Silêmanî têjene ji berketiyên Koronayê û hijmareke zêde berketiyên din jî li malên xwe tên dermankirin.
Eyad Neqişbendî herwiha diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Silêmanî bi giştî 10 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin