Di nava 24 seatan de 96 kesên din bi Koronayê ketine.
Desteya tendirostiya bakûr ûrojhilatê Sûriyeyê ( Rojavayê) îro yekşem amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya han, di nava 24 seatên derbasbûyî de li herêmê bi giştî 96 kesên din bi Koronayê ketine, 7 berketiyên Koronayê jî baş bûne û 2 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li herêmê bi giştî 2 hezar û 948 kes bi Koronayê ketine, 630 kes baş bûne û 90 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin