Kurdistan û Hindistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

di warê abûrî, çandinî û IT de têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Hindistanê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Hindistanê yê li Bexdayê civiya û piştî civînê Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 18/10/2020an me pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Îraqê Shri Birender Singh Yadav kir.

Di civînê de têkiliyên Hindistanê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Balyozê Hindistanê yê li Îraqê amade bûna welatê xwe bo berfiretir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê enerjî, çandinî, teknolojiyaya IT diyar kir.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêmê bi taybetî di warê pêşkêş kirina asankariyên pêwîst bo Hêlbirênerên navxwe  û biyanî û me behsa pêgeha herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku herêma Kurdistanê dikare bibe navendeke girîng ya bazirganî li Îraq û deverê de.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.