Serokê herêmê li gel balyozê Hindistanê civiya

hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû jî xwest.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Hindistanê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Bexdayê Shri Birender Singh Yadav kir.

Di civînê de Serokê herêmê û balyozê Hindistanê hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa dever û Îraqê, behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Hindistanê jî kirin.

Di wê derbarê de Serokê herêmê eşkere kir ku rewşa Kurdistanê goncave û kerta taybet û kompaniyên Hindî dikarin li Kurdistanê de dest bi cîhbicîh kirina projeyên xwe yên sermayegozariyê bikin.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Hindistanê bi taybetî di warê bazirganî û abûrî de kirin.

Di beşeke din ya civînê de giftûgo li ser ezmûna bihevre jiyanê ya li Kurdistan û Hindistanê de hate kirin û balyozê Hindistanê bi awayekî kurt behsa çanda bihevre jiyan li welatê xwe kir û pesindariya xwe ya bo çanda bihevre jiyana aştiyane ya li Kurdistanê de diyar kir.

Di dawiya civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Konsulusê giştî yê nû yê Hindistanê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.