Daxwaza der kirina hêzên çekdar li Selahedînê tê kirin

tê gotina koma Esayîb Ehlî heq ew tawana han kiriye.
کوردستان TV
100%

Duhê 12 kes ji aliyê komeke çekdar ve hatibûn kuştin.

Piştî ku duhê 12 şêniyên defera Ferhatiye ya ser bi parêzgeha Selahedînê ji aliyê komek çekdar bi navê Esayîb Ehlî Heq ve hatin kuştin, îro 12 parlementerên wê parêzgehê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de ew 12 Parlementer behsa wê yekê kirine ku jiber hebûna çekdarên derqanûnî li deverê de jiyana xelkê parêzgehê ketiye metirsiyê lewre lazime aliyên têkildar tevahiya hêzên çekdar yên derqanûnî li wê parêzgehê der bikin.

Parlementerên han herwiha eşkere kirine ku jiber hebûna wan komên çekdar rewşa ewlekariya deverê gelek aloze lewre lazime artêşa Îraqê bilez bo normal kirina rewşê û parastina selametiya şêniyên deverê wan komên çekdar ji deverê derbixe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.