Mesrûr Barzanî: Lazime dezgehên têkildar dem û dest lêkolîn li ser êrîşê bikin

li gel Serokwezîrê Îraqê behsa êrîşa han kirine.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li Bexdayê de li gel Serokwezîrê Îraqê peyvî.

Piştî êrîşa îro ya komeke heşda şebî bo ser baregeha PDKê ya li Bexdayê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê peyvî û pişt re jî peyameke wisa belav kir;

Bi tundî êrîşa îro ya tîmeke derçûyî ji qanûnê bo ser baregeha liqa 5an ya partiya demokrata Kurdistanê û şewitanin û birêzî kirin bi alaya Kurdistanê li Bexdayê mehkûm û şermezar dikim.

Birêzî kirin li hember pîroztirîn sembola Kurdistanê û sivêkatî kirin û êrîş kirine ser baregehe partiyek ku qurbaniyên herî zêde bo hilweşandina rejîma dîktator ya Îraqê û dabîn kirina mafên reva yên gelê Kurdistanê daye, êrîşeke eşkereye bo ser nirxên demokrasî, bihevre jiyana aştiyane û aştiya civakî ya li Îraqa federal de.

Di peywendiyeke telefûnî de li gel Serokwezîr Mistefa Kazimî de, me giftûgo derbarê ew êrîşa han kir û daxwaz jê kir daku dezgehên têkildar dem û dest lêkolînê bikin û tedbîrên pêwîst yên qanûnî li hember êrîşkaran bistînin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

17/10/2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.