Nêçîrvan Barzanî şewitandina Baregeha PDK li Bexda şermezar kir

dibêje zirarê dide tevahiya Îraqê.
کوردستان TV
100%

Berî nîvroya îro grûpeke ji yasayê derketiyî Baregeha Leqa Partiya Demokrata Kurdistanê ya li bajarê Bexdayê şewitand û li dema êrîşê da ala Kurdistan û wêneyên sembolên Kurdan hatin şewitandin û ala Heşda Şe’bî hate bilindkirin.

Em wan êrîşan şermezar dikîn û bi kirdareke têkderane dizanîn. Êrîşa li ser baregeha partiyek ku hêzekî serekiyê rûxandina dîktatoriya li Iraqê bû, êrîşe li ser dîroka xebata hevbeşa Kurd û hêzên Iraqiyên şoreşger ku bi navê nehiştina zordarî û dîktatoriyê ye. Êrîşe li ser pêkvejiyana aştiyane, nehiştina aştiya civakî û siyasî ye û li gel bingehên destûr û demokrasî û mafên mirovan, nakoke.

Hêzên Pêşmerge û Heşda Şe’bî û hêzên çekdarên Iraqê dîrokeke nû ya hevbeş li şerê Da’îş da tomar kirin. Em hêvîdarîn ev hevbeşî hevkariyeke zêdetir li pey xwe de bîne û li rûyê siyasî ve bi navê derbaskirina hemû xelkê Iraqê ji wê rewşa nexweşa ku têketiye.

Nabê ti daxuyanî û tevgereke li tu warek da wê hevbeşiya nû ya netewe û pêkhatên Iraqa nû da têkbide, divê hemû aliyek wê hevxebatiya berê bikarbînin ji bo yarmetîdana Hikûmeta Federaliya Iraqê bi navê pêkanîna birêvebirineke baştir ku li xizmeta xelkê Iraqê da bê.

Daxwazê ji hemû aliyek dikîn bi aramî muamele li gel vê rûdanê bikin û dezgehên peywendîdarên Hikûmeta Iraqê lêkolîn û lêpirsînên yasayî bi awayeke ciddî û bi lez destpêbikin û têkderan rûbirûyê yasayan bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

17/10/2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.