Serok Barzanî: Ewin ku êrîşî ser nirxên gelê Kurd bikin wê bacê jî bidin

dibêje ewê baca êrîşa han bidin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî peyamek derbarê êrîşa îro ya li Bexdayê belav kir.

Piştî ku îro li Bexdayê komeke heşda şebî êrîşî ser şaxê 5an ya partiya demokrata Kurdistanê kirin û ala Kurdistanê û navenda han şewitandin, Serok Barzanî peyamek di wê derbarê de belav kir ku ew jî tekesta peyamê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Nûçeya êrîşkirine ser Baregeha Leqa 5 ê PDK ya ji aliyê taqimeke têkderan ve gihîşt ku di encama wê kiriyara han ya neyasayî da sivikayetiyê bi ala pîroza Kurdistan û ala PDK hatiye kirin.

Bi tundtirîn awayî wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û li vir da radigihînîn ev cûre êrîş û destdirêjî, bi ti awayekê pêgeha Kurd û bihayên bilindên gelê Kurdistanê kêm nakin, lê belê bi rûnî paşketî û bê çandî û eqliyeta wê taqima şerxwaz ji bo hemû aliyek zelal dike.

Em li benda Hikûmeta Federaliya Iraqê ne ku rêkarên pêwîst li beramber wan êrîşan li ber bigrê, li heman demê de jî tekez li wê yekê dikîn ewên bixwazin êrîşî PDK bikin û sivikayetiyê bi bihayên gelê Kurdistanê bikin, dawiyê de baca wê karê xwe didin.

Mesûd Barzanî

17.10.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.