Hejmara pêketiyên Korona nêzî 40 mîlyonî dibe

hijmara herî zêde ya pêketiyan 8 miliyone ku li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona nêzî 40 mîlyonî dibe. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 39,131,360 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 8 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 7,3 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,1 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê heta niha 1,101,083 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 218,330 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 152,460 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.