Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antîteror ên girêdayî wan li Hesekê bi operasyonekê 4 çeteyên DIŞI`ê girtine.
Li gor nûçeyeke anhayê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê di daxuyaniya nivîskî de, da zanîn ku 16`ê Cotmehê Yekineyên Antîteror (YAT) li Hesekê li hemberî şaneyeke DIŞI”ê operasyonek li dar xist.
Li gorî daxuyaniyê di encama operasyonê de 4 çete hatin girtin, her wiha damençeyek û gelek telefon hatin desteserkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin