Bi dehan cîhadî li Îdlibê hatin kuştin

hîn jî sedema teqînê nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

Di encama teqîneke mezin de hatine kuştin.

Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî li gundewarê Îdlibê di nava navendeke leşkerî ya cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve teqîneke mezin çê bûye.

Jêder behsa wê yekê kirine ku teqîn li navenda cîhadiyên Nusre yaku navê wê yê niha eniya rizgariya Şamê ye, li gundeke nêzî bajarê Selqîn ya li Îdlibê çê bûye û di encama teqînê de bi dehan cîhadî hatine kuştin.

Hate zanîn ku di encama teqîna han de 6 welatiyên medenî jî birîndar bûne ku yek ji wan zaroke.

Heta niha nayê zanîn ku gelo teqîn di encama êrîş ya bordimanê de çê bûye anjî bi sedemeke din çê bûye.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.