Amerîka: Lazime Tirkiye li benda cezayên dijwar be

dibêje ew sîstem gefe bo ser NATO yê.
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Amerîkayê huşdariyeke tund da Tirkiyeyê.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê belav kiriye ku ew agehdarî nûçeyên cerbandina pergala mûşekiya S400 ya Rûsîn ji aliyê Tirkiyeyê ve, û ew yek Amerîka û NATO gelek dilgiran kiriye.

Wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku her ji destpêkê ve ew li dijî kirîna sîstema mûşekiya S400 bûne ji aliyê Tirkiyeyê ve, lê Tirkiye bi ya xwe kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, cerbandina sîstema han zirarê gelek mezin dide têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Amerîka û NATO yê jiber ku ew sîstema han li gel pîwanên ewlekarî yên NATOê nagonce û dibe gefeke ewlekarî bo ser NATOê.

Di berdewamiya daxuyaniya han de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku eger Tirkiye dev ji S400an ber nede wê demê lazime li benda cezayên tund yên ewlekarî be.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Tirkiye ragihandibû ku bo cerbandina S400an, ew pergala han bo devera Sinopê veguhastiye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.