Îraq amadeye têkiliyên xwe normal bike

tevgera Sedir li hember daxuyaniya han der dikeve.
کوردستان TV
100%

Biryara normal kirinê li Necef tê dayîn ne li Bexdayê

Berpirsekî berê yê tevgera Sedir yaku Muqteda Sedir Serokatiya wê dike, ragihand ku Îraq jî amadeye têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike.

Berpirsê berê yê tevgera Sedir Beha Erecî ragihand ku niha Îraq jî weke welatiyên din yên deverê amadeye têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike.

Beha Erecî eşkere kiriye ku biryara normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê li Necefê tê dayîn ne li Bexdayê.

Li hember wê daxuyaniya han, alîgir û endamên tevgera Sedir jî dilgiraniya xwe diyar kirine û gotine, ew ne helwêsta tevgera Sedire û Erecî jî eger aqil nebe emê wî aqil bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.