Duhê êwarê çekdarên rejîma Îranê gule li ser wî reşandibûn.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê danê êwarê li sînorê Qendol ya li devera Pişderê, ya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, çekdarên ser bi rejîma Îranê êrîşî ser welatiyekî Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de welatiyê Kurd birîndar bûye û bo derman kirinê bo nexweşxaneya Qeladizê hatiye veguhastin.
Weke tê zanîn bi awayekî rojane çekdarên rejîmê êrîşî ser welatî û kolberên Kurd dikin ku di navbera Rojhilat û Başûr de hatûçû dikin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin