28 welatiyên din li Kurdistanê canê xwe ji dest dan

heta niha bi giştî 2 hezar û 77 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koornayê hatin belav kirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê 974 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 322 kese, li Dihukê jî 320 kes di nava 24 seatan de bi Koronayê ketine.

Herwiha hate zanîn ku di nava heman demê de bi giştî 376 kes baş bûne û 28 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde ya miriyan li Hewlêr û Dihukê hatiye tomarkirin ku li Hewlêrê 10 û li Dihukê jî 9 kes canê xwe ji dest dane.

Heta niha bi giştî 59 hezar û 251 kes bi Koronayê ketine, 36 hezar û 275 kes baş bûne û 2 hezar û 88 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.