Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji nav nexweşiyên koronayê 2 kes mirin û 14 kes jî baş bûn.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên mirine mêr in ji Girkê Legê ne.
Mistefa da zanîn ku 115 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 62 mêr in û 53 jin in û li van herêman ne:
Reqa: 42
Hesekê: 11
Qamişlo: 15
Dêrîk: 9
Girkê Legê: 2
Rimêlan: 1
Çilaxa: 1
Tirbespiyê: 1
Amûdê: 1
Dirbêsiyê: 1
Kobanê: 17
Tebqa: 7
Minbic: 7
Mistefa destnîşan kir ku 14 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.
Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 2 hezar û 632 kesan, ji wan 88 kesan jiyana xwe ji dest daye û 609 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin