Zozanên herêma Biradostê hatin bordiman kirin

ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyeyê îro ew zozanên han bordiman kir.

Di çarçoveya êrîşên xwe yên li dijî PKKê, de îro careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê bi qasî 30 deqîqeyan hin deverên zozanî yên herêma Biradostê bordiman kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, balefirên şer yên Tirkiyeyê zozanên Kêleşîn, Bêrkim û Berdesoran bordiman kirine.

Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.