Hejmara pêketiyên Korona 38 mîlyon derbaz kir

hijmara herî zêde li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 38,006,121 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 7,8 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 7,1 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,1 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,083,875 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 215,775 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 150,689 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.