Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Kuwaitê civiyan

Kuwait û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Îro serdana Kuwaitê kiribû.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Kuwaitê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Mîrê Kuwaitê Şêx Newaf Ehmed Sebah civiya.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê bi navê gel û hikûmeta Kurdistanê dubare sersaxî da malbeta Mîrê Kuwaitê û hevsoziya xwe û gelê Kurdistanê bo xelk û hikûmeta Kuwaitê ragihand.

Nêçîrvan Barzanî herwiha jiber destbikar kirina Sebah weke Mîr nû yê Kuwaitê pîrozbayên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêviya selametî û serkeftinê jê re xwest.

Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Kuwaitê û berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han hate kirin û Nêçîrvan Barzanî jiber hevkariyên însanî yên Kuwaitê bo herêma Kurdistanê spasiya Kuwaitê kir.

Giftûgo kirin derbarê çend babetên din de mijareke din ya civînê bû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.