Cîhadiyên Tirkiyeyê 5 welatiyên din revandin

cîhadî bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

Ew her 5 welatî li Efrînê hatine revandin.

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komîn cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê zextên xwe yên li dijî welatiyên Kurd didomînin û di wê çarçoveyê de cîhadiyên Tirkiyeyê 5 welatiyên din yên Kurd ku ji 4 zilam û keçekê pêk hatine revandine.

Li gor zanyariyên ji herêmê, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, bi ser bajarokê Mabeta de girt û 4 mêr û keçek revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Weke tê zanîn cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve her roj welatiyên Kurd direvînin û bo azadkirina wan daxwaza pereyan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.