​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi koronayê ketin

heta niha zêdetir ji 2 hezar û 500 kes bi Koronayê ketine.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên bi koronayê mirine yek mêr e û ji Kobanê ye û ya din jî jin e û ji Hesekê ye.

Her wiha Mistefa diyar kir ku 71 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 33 mêr in û 38 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 16

Qamişlo: 17

Dêrik: 11

Amûdê: 10

Girkê Legê: 9

Dirbêsiyê: 5

Çilaxa: 1

Rimêlan: 1

Til Koçer: 1

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 11 kes jî ku bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi wan daneyan re hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 2 hezar û 517 kesan, ji wan 86 kesan jiyana xwe jidest daye û 595 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.