Qesira Sipî: Testa dawî ya Korona ya Trump negatif derket

dibêje metirsiya ku Trump Korona belav bike nemaye.
کوردستان TV
100%

Qesira Sipî bi daxuyaniyekê ragihand ku testa dawî ya vîrusa korona ya Serok Donald Trump negatîf derketiye û bi wî re gumana belavkirina wê vîrusê nemaye.

Daxuyaniya kin ya Qesira Sipî, ku bi îmzaya doktorê Trump, Sean Conley hat weşandin, diyar kir ku Trump testa antîkorê ya laboratuvarên Abbottê kiriye.

Li gor daxuyaniya ku Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany ji Twitterê belav kiriye agahiyên din yên klînîk jî raber dikin ku bi Trump re rîska belavkirina vîrusa tune.

Ew daxuyanî demeke kin berî mîtînga Trump ya li Florîda hat weşandin.

Testên vîrusa korona yên Serok Trump û Xanima Yekê Melania Trump di 2’ê Cotmehê de pozîtîf derketibû.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.