Wezîrê petrolê yê Îraqê dibêje danûstandinên heyî gelek başin.
Wezîrê petrola Îraqê Îhsan Ebdulcebar ragihand ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê siyasetên petrolê de jihev fêmkirinê gelek baş hene.
Îhsan Ebdulcebar herwiha eşkere kiriye ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî gelek bi başî dimeşin û wê encamên baş jî jê derkeve.
Nav hatî eşkere kiriye ku kompaniyeke taybet ya bo organîze kirina karûbarên derhênan û firotina petrola Kurdistanê were damezrandin ku ser bi Serokatiya herêma Kurdistanê be.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin