Di civînê de behsa çend mijarên girîng hatiye kirin.
Îro her sê Serokatiyên herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê li Hewlêrê hate lidarxistin û piştî bi dawî hatine civînê jî ew daxuyanî hate weşandin.
Nîveroya îro duşem 12ê Cotmeha 2020an li Serokatiya herêma Kurdistanê, her sê Serokatiyên herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqa federal civiyan, civîn taybet bû bi rewşa Îraqê bi giştî û rewşa herêma Kurdistanê bi taybetî.
Derbarê rewşa Îraqê de me nêrînên xwe yên derbarê ew bargiraniya darayî, ewlekarî û tendirostî yaku ketiye ser Îraq û herêma Kurdistanê kir û piştîvaniya herêma Kurdistanê jî bo pêngavên hikûmet û dezgehên destûrî yên federalî yên bo parastina asayîş û aramiya welat diyar kir bi taybetî afirandina rewşeke aram û goncaw bo kar û erkên nuneratiyên welatên dost û tîm û nuneratiyên navnetewî li Îraqê de.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser hilbijartinên pêşwext yên li Îraqê jî hate kirin û me piştîvaniya xwe bo afirandina derfeteke baş bo hilbijartineke serkeftî li Îraqê diyar kir, mijara deverên ku dikevin çarçoveya madeya 140 ya destûra Îraqê, mijareke din ya civînê bû û hemfikir bûn li ser domandina giftûgoyan bo çareser kirina tevahiya kêşeyên wan deveran û parastina mafên tevahiya pêkhateyan û gerentî kirina rewşeke baş bo bihevre jiyan li wan deveran.
Me piştîvaniya xwe bo rêkeftina dawî ya di navbera hikûmeta federaliya Îraq û hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo normal kirina rewşa Şingal û vegerandina awareyên Şingalê diyar kir, herwiha her cure hewlek bo guhertina demografiya deverên kêşe li ser, hate redkirin û me daxwaz kir ku hikûmeta federalî ya Îraqê mekanîzma aramî û ewlekarî ya deverên kêşe li ser dabîn bike.
Di beşeke din ji civînê de behsa diyaloga navbera hikûmeta federalî û hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin û piştîvaniya xwe bo hewl û pêngavên her du aliyan yên bo çareser kirina mayende ya kêşe û mijarên helwastî bi awayek ku têde maf û şayisteyên destûrî yên welatiyên herêma Kurdistan û Îraqê bi giştî parastî bin kir.
Rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê mijareke din ya civînê bû û têde behsa wan kêşe û arîşeyan hate kirin ku weke tevahiya cîhanê, di encama belav bûna Koronayê û bandora belav bûna Koronayê de rastî Kurdistanê hatine û herwiha qirîza darayî kir û tekez li ser wê yekê kir ku bo derbas kirina ew rewşa han ya dijwar û parastina berejwendiyên xelkê Kurdistanê, lazime tevahiya alî û pêkhateyên Krudistanê karînên xwe yek bixin û bi yekrêzî û yekhelwestî ribirûyê ew rewşa han ya dijwar û egerên vê li pêşerojê de bin, herwiha şehîd kirina Efserê ewlekarî Xazî Salih Elîxan jî yaku li sinûr parêzgeha Dihukê hatibû şehîdkirin hate şermezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin