Amarên 24 seatên derbasbûyî hatin belav kirin.
Wezareta tendirostî ya herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiya hikûmeta herêma Kurdistanê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 720 welatiyên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan 291 kes li Hewlêrê hatiye tomarkirin.
Herwiha di nava heman 24 seatan de 396 kes baş bûne û 26 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin