Li du eyaletên Vietnamê lehî rabûye û çend kes jî wendane.
Li gor çapemeniya cîhanî jiber barîna barana zêde ya bixor li Vietnamê lehî li du eyaletên wê welatî rabûye.
Jêder behsa wê yekê dikin ku di encama lehiyê de herî kêm 18 kes canê xwe ji dest dane û hijmareke zêde jî wendane.
Herwiha hate zanîn ku jiber lehiyê zirar bi 100 hezar xaniyan ketiye û zêdetir ji 43 hezar kes jî bi neçarî ji deverên xwe bar kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin