Îsraîl rê nade Qeter balefiran bistîne

dibêje em rê nadin dostekî Îranê bibe xwedan wan balefiran.
کوردستان TV
100%

Serokê îstîxbarata Îsraîlê dibêje emê nahêlin Qeter bibe xwedan F35an.
Piştî ku hikûmeta Qeterê bi fermî daxwaz ji Amerîkayê kiribû daku balefirên F35 bifiroşe Qeterê, hikûmeta Îsraîlê dilgiraniya xwe li ser mijarê diyar kiriye.
Di wê çarçoveyê de berpirsê îstîxbarata Îsraîlê Eli Cohen eşkere kiriye ku Îsraîl li hember pêşniyara Qeterê ya bo kirina F35an dilgirane lewre Îsraîl rê nade ku Amerîka ew balefirên han bifiroşe Qeterê jiber ku ew yek dibe metirsî bo ser ewlekariya Îsraîl û welatên din yên deverê.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku em qebûl welatek ku dostê Îranê ye bibe xwedanê wan balefiran.
N: E. G

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.