Fermandarê Almanî dibêje hevkarî û piştîvaniya me bo pêşmerge berdewam dibe.
Şandeke leşkerî ya Almanî bi Serokatiya Fermandarê hêzên Almanî li Kurdistanê Colonel Nogrdy serdana wezareta pêşmergeyê kir û li gel rayedarên hêzên pêşmerge civiya.
Di civînê de şanda Almanî û wezareta pêşmerge behsa hevkarî û hemahengiyênnavbera hêzên pêşmerge û artêşa Almanyayê di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de kirin.
Her di heman civînê de giftûgo li ser mijara perwerde kirina hêzên pêşmerge hate kirin û Fermandarê hêzên Almanî yên li Kurdistanê eşkere kiriye ku hevkarî û piştîvaniyên artêşa Almanyayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin