Giftûgo li ser vegera hêzên pêşmerge tê kirin.
Biryare îro şandeke wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li Bexdayê li gel aliyên têkildar yên Îraqê bicive.
Li gor zaniyariyên berdest, di civînan de şanda wezareta pêşmerge û rayedarên Îraqê giftûgo li ser vegera hêzên pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê dikin.
Herwiha çend mijarên din jî weke hevkarî û hemahengiya navbera pêşmerge û artêşa Îraqê were nîqaşkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin