Pisporê abûriyê Remenzan el Bedran dibêje ji ber êrîşên milîsan û çekdarên eşîran kompanyayên biyanî ji başûrê Iraqê derdikevin.
Îro yekşemê 11.10.2020an Remezan el Bedran di hevpeyvînekê ligel BasNewsê de got: “Hejmarek ji rêveberên kompaniyayên biyanî li parêzgehên başûrê Iraqê,rastî zext û êrîşên milis, eşîr û hinek hizbên siyasî bûne. Ji ber parastina can û malên xwe berpirsên wan kompaniyan ji Iraqê derdikevin. Piştî rûdawa kompaniyaya Dayo li bêndera Faw, gelek pirsiyar çêbûn û egera kuştina berpirsên din ê kompanyayên din jî çêbûye. “
Herwiha Remezan el Bedran dibêje bi awayekî giştî wê rûdawa di tesîreke mezin wê li ser Iraqê bike di warê weberhênanê de.
Bi destkarî ve ji basnewsê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin