Mesrûr Barzanî: Rêkeftina han gelek girîng û erêniye

duhê li Bexdayê rêkeftin hatibû îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de ya derbarê Şingalê de dibêje ew rêkeftin dibe sedema çareser kirina kêşeyên din.

Ew peyama Serokwezîr Mesrûr Barzaniye derbarê rêkeftinê de;

Rêkeftina îro ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya bo normal kirina rewşa Şingalê, encama kar kirina cidî û danûstandina çend mehî ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliye ku hevkar dibe bo vegera serfirazane ya awareyên Şingalê ku rastî êş û azarên gelek zêde bûne li ser destê terorîstên DÎŞÎ.

Bêgoman normal kirina rewşa Şingalê di biryara xelkê Şingalê ya derbarê çarenivîsa wan de xwedan roleke girînge. Me her du alî lihev kir ku Şingal di warê îdarî, ewlekarî û xizmetgozarî de bi awayeke hevbeş werin îdare kirin, ew rêkeftina han destpêke bo cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûrê.

Piştî îmze kirina rêkeftinê bi telefûnê li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî derbarê rekeftinê de peyvîn, spasiya tîma her du aliyan dikin bo bi encam gehandina ew rêkeftina han ya girîng, ew yek belgeye bo wê ku eger hemahengî di navbera her du aliyan de hebe wê demê dikarin dest keftin zêdetri jî bidest bixin li ser esasê berejwendiyên hevbeş. Em piştigîriya her hewil destpêşxeriyeke civata navbetewî ya bo binyat nana wêrankariyên ku terorîstên DÎŞÎ li Şingalê pêk anîne dikin.

Li wir lazime spasiya nûnera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê  xatû Jeanine Hennis Plasschaert bikim bo piştîvanî û beşdarî kirina raste rast ya bo biencam gehandina wê rêkeftinê.

Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

9/10/2020

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.