Duhê li Bexdayê rêkeftin hate îmze kirin.
Duhê li Bexdayê şandeke Kurdistanî bi Serokatiya wezîrê navxwe Rêber Ehmed rêkeftina îdare kirina Şingalê bi awayeke hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gel hikûmeta Îraqê îmze kir.
Li gor rêkeftina han wê Şingal di warê îdarî, ewlekarî û xizmetgozarî de bi hevbeşî were îdarekirin.
Herwiha derfetên goncav bo vegera şêniyên Şingalê bo ser mal û milkên xwe were afirandin.
Pspor behsa wê yekê dikin ku ew rêkeftina han yaku bi çavdêrî û beşdariya raste rast ya Netewên Yekgirtî hatiye îmzekirin wê bibe sedema çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî kêşeyên taybet bi deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin