Rifandina şêniyên Efrînê didome

bo azad kirina her rifandiyekî daxwaza 10 hezar lîreyên Tirkî dikin.
کوردستان TV
100%

Cîhadiyên Tirkiyeyê bo pereyan wan dirifînin.

Li gor zaniyariyên berdest zext û zordariyên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li ser şêniyên Kurd yên Efrînê her diçe zêdetir û berfiretir dibin.

Zaniyariyên berdest behsa vê yekê dikin ku cara herî dawî du roj beriya niha cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, li Efrînê êrşî ser du gundên Efrînê kirine û di encama êrîşên han de bi giştî 18 welatî rifandine.

Hate zanîn ku cîhadiyên Tirkiyeyê têkilî li gel malbeta firandiyan danîne û bo azad kirina wan daxwaza pereyan kiriye û bo azad kirina her kesekî daxwaza 10 hezar lîreyên Tirkî kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.