Hejmara pêketiyên Korona 36 mîlyon derbaz kir

hijmara herî zêde li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona 36 mîlyon derbaz kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 36,077,017 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 7,5 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 6,7 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 5 mîlyonn pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,054,712 kesan jiyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi pirtir ji 211 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza di pêş de ye û li dû wê bi 148,228 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatine wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.