Derbarê Koronayê de zaniyariyên şaş tên belav kirin

nexweşxaneyeke mezin li SIlêmanî tê avakirin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê tendirostî derebarê Korona û amarên Koronayê de daxuyaniyek da.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr. Saman Berzencî derbarê amarên Koronayê de daxuyaniyek da û got: Jiber zaniyariyên şaş ku derbarê Koronayê de têne belavkirin û dijatî kirina şîrtên tendirostî yên xwe parêziyê, rêjeya pêketin bi Koronayê li Kurdistanê de zêde bûye.

Berzencî eşkere kir ku pêdana zaniyariyên şaş ji aliyê hin kesan ve derbarê Koronayê de bûye sedema lawazbûna pêbendiya xelkê bi şîretên tendirostî.

Nav hatî eşkere kir ku li ser fermana Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hatiye dayîn ku mezintirîn nexweşxaneya Almanî ya taybet bi Koronayê li Silêmanî were çêkirin.

Berzencî tekez li ser wê yekê kiriye ku zêdetirîn hijmara pêketiyan li Hewlêrê û ya miriyan jî li Silêmanî bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.