Civata wezîran wezareta darayî pîwerdar kiriye

behsa raporta reforman hatiye kirine.
کوردستان TV
100%

Civata wezîran civiya û wezareta darayî bo amade kirina lîsteya mûçeyê Pîwerdar kir.

Îro civata wezîran ya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û pişptî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 7/10/2020 bi amadebûna Cîgirê serokwezîr me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran kir.

Di destpêka civînê de giftûgo derbarê sazmandehî kirina lîsteya mehane ya pêdana mûçeyan bi liber çav girtina xwe goncandin li gel lîsteya xerciyên mehane ya beşek ji şayisteyên darayî yên herêmê, ji aliyê hikûmeta federalî ve, hate kirin, bo wê yekê jî me wezareta darayî û abûrî pîwerdar kir daku rêkarên pêwîst yên îdarî û darayî bistîne.

Di berdewamiya civînê de Sekreterê komîteya bilind ya cîhbicîh kirina qanûna reforman, raporta sê mehên yekê yên ketine meriyeta qanûna reforman ya bi hijmara 2 ya sala 2020 pêşkêş kir, ku tê de biryar, peyrew, rênimayî û pêngavên cîhbicîh kirina proje qanûna reforman hatibûn şîrovekirin, herwiha pilana hikûmetê ya bo pêngavên dahatî yên cîhbicîh kirina beşên din yên proje qanûna reforman ji aliyê wezaret û dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê ve hate eşkerekirin û biryar hate dayîn daku di demeke nêzde, raporta han bo Parlementoya Kurdistanê were şandin û weke ku di raporta xwe yaku me li parlementoyê pêşkêş kiribû, behs jê hatibû kirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.